Li Silêmaniyê nimêja înê li mizgeftan hat ragirtin
Cîgirê berpirsê baskê Silêmaniyê yê Yekitiya Zanayên Olî ya Îslamiya Kurdistanê Mela Eta Pênciwênî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber belavbûna vîrusa korona û ji bo berjewendiya giştî û parastina tenduristiya hemwelatiyan, îro dê biryar bê dayîn ku gotara înê li Silêmaniyê û derdora wê heta demekî ne diyar bê ragirtin.’’
Amaje bi wê yekê jî kir, biryara ragirtina gotarên înê li mizgeftan biryara Yekitiya Zanayan e û îro dê bikeve warê bicîhanînê de û heta dawî bi vîrusa korona tê û bo demekî ne diyar gotarên înê dê bên ragirtin.
Basnews
