Rûsya: Li Idlibê hêzên Tirkiyê û terorîst bûne yek!
Wezareta berevaniya Rûsyayê, beriya hevdîtina serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn, daxuyaniyek tund li ser şerê herêma Idlib ya Sûriyê da.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku xalên çavdêriyê yên hêzên Tirkiyê û terorîst bûne yek ji ber wê jî her roj êrişî bingeha Himêmî, ku hêzên Rûsyayê tê de ye, dikin.
Wezareta berevaniya Rûsyayê her wiha daye zanîn, Tirkiyê bi zêdekirina hêzên xwe li Idlibê êdî qanûnên navdewletî binpê dike.
Tê gotin ku Erdogan û Putîn dê sibê (5 vê mehê) li paytexta Rûsya-Mosko li ser rewşa Idlibê bicivin.
Basnews
