2 serbazên Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî jî ragihand, serbazekî wan li parêzgeha Idlibê hat kuştin, 9 serbazên din jî brîndar bûn e.
Ev yek di demekê de yê, îro Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibû, artêşa Tirkiyê 82 navendên rêjîma Sûriyê li Idlibê armanc girtine û di encamê de 9 tank, 6 binkeyên mûşekan, 2 otombîlên serbazî jinav birin û 299 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin û birîndarkirin.
Duhî Serokomariya Tirkiyê ragihandibû, ji 10ê Sibata bûrî ve 3138 serbazên artêşa Sûriyê li Idlibê hatine kuştin û birîndarkirin.
K24
