• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Li Rojhilatê Kurdistanê 5 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Li gor amarên fermî yên ku hikûmeta Îranê belav kiriye, heta îro li Rojhilatê Kurdistanê 5 kes bi sedema vîrusa Koronayê COVID-19 canê xwe ji dest dane.

Herwiha li 5 parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê 53 kes jî bi nexweşiya vîrusa COVID-19 ketine.

Kirmaşan

Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 12 kes bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketin, ku 2 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Serokê Komîteya Kontrolkirina Nexweşiya Koronayê li Kirmaşanê, Dr. Mihemed Ibrahîm Şekîba ragihand, heta niha 12 kes li wê parêzgehê bi vîrusa Koronayê ketine, ku 2 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Dr. Mihemed Ibrahîm Şekîba herwiha diyar kir, niha 48 kes li Kirmaşanê bi gumana ku tûşî vîrusa Koronayê bûne, li nexweşxaneyan di jêr çavdêriya pizîşkan de ne.

Sine

Li parêzgeha Sineyê jî, heta niha 10 kes bi vîrusa Koronayê ketine, lê belê ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Sine, Ferzîn Rizaî ragihand, 6 kes ji wan kesan ji bajarê Seqiz, kesek ji Sine, kesek ji Kamyaran û 2 kes jî ji bajarê Baneyê ne, ku 5 kes zilam û 5 kes jî jin in.

Ferzîn Rizaî da xuyakirin, niha li nexweşxaneyên parêzgeha Sineyê 73 kes bi gumana ku tûşî Koronayê bûne, hatine razandin. Rizaî herwiha got, wan pişkinên 100 kesan ji Tehranê re şandibûn, ku encamên 46 ji wan pişkinînan negatîv derket û saxlem bûn, testên 10 kesan pozetîv derketin ku niha li nexweşxaneyê ne û bersiva 44 kesan jî hêj nehatiye.

Li aliyekê din Cîgirê Karûbarên Tendirustî yê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Sineyê, Ibrahîm Qadirî ragihand, 85 kes jî li sînorê parêzgeha Sineyê ji ber ku têkiliya wan li gel 3 nexweşên Koronayê hebûye, niha di malên xwe de hatine kerentînekirin.

Urmiye

Li parêzheha Urmiyê jî heta niha 2 kes bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine, ku yek ji wan jin e û ji bajarê Urmiyê ye û kesê din jî ji bajarê Bokanê ye û zilamekî 34 salî ye.

Herwiha bi gotina Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya Urmiyê, Dr. Cewad Aqazade, 124 haletên gumanlêkirî li wê parêzgehê hene, ku tê gumankirin bi vîrusa Koronayê ketibin, ku encamên pişkinînên 23 kesên din negatîve bûye.

Bi gotina rayedarên sektora tendirustiya Urmiyê, heta niha ti nexweşeke vîrusa Koronayê li vê parêzgehê nehatiye tomarkirin.

Îlam

Li parêzgeha Îlamê jî heta niha 9 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Serokê Zanîngeha Pizîşkî aşkere kir, ku 7 haletên nexweşiyê nû hatine tomakirin û tekez kir, li paêrzgehê herwiha 17 kes jî hene ku gumana tûşbûna bi Koronayê li ser wan heye û niha di kerentîneyê de ne.

Ji bo nexweşên vîrusa Koronayê COVID-19, li Îlamê nexweşxaneya Mustefa Xumêynî hatiye terxankirin.

Loristan

Li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê jî 18 haletên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 hatine tomarkirin ku bi gotina Serokê Zanîngeha Pizîşkî ya vê parêzgehê Mihemedirza Nîkbext, 3 kes ji wan nexweşxan canê xwe ji dest dane, ku yek ji wan îro mir ku zilamekî 60 salî bû.

Mihemedirza Nîkbext got, ji 18 haletên tûşbûna bi vîrusa Koronayê, 8 kes baş bûne û çûne malên xwe, heft kes hêj li nexweşxaneyê û di bin çavdêriyapizîşkan de ne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rewşa li Îranê

Li ser asta Îranê jî bi gotina Wezareta Tendirustiya Îranê, heta niha vîrusa Koronayê li 27 parêzgehên wî welatî hatiye tomarkirin, ku 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî li xwe digire.

Wezareta Tendirustiya Îranê îro Sêşemê 3ê Adarê amareke nû derbarê hejmara tûşbûyan û qurbaniyên vîrusa COVID-19 belav kir û ragihand, 77 kesan li wî welatî bi sedema vê vîrusê canê xwe ji dest dane.

Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Îranê, Elîriza Reyîsî diyar kir, heta niha 2 hezar û 336 kes li Îranê tûşî vîrusa Koronayê bûne ku 11 kes ji wan ji duh ve mirine û bi vê yekê hejmara qurbaniyan gihîştiye 77 kesan.

Bi gotina Reyîsî, li Îranê ji duh Duşemê ve heta îro nîvro 835 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Cîgirê Wezîrê Tendirustiya Îranê destnîşan kir, rêjeya herî zêde ya tûşbûna bi vîrusa Koronayê li hersê parêzgehên Gîlan, Qum û Tehranê hatiye tomaririn.

Bi gotina wî rayedarê Îranê, ji destpêkê ve heta niha 435 kes jî ku tûşî vîrusa Koronayê bûbûn, piştî wergirtina çareseriyên tendirustî baş bûne.

Rudaw
Top