• Monday, 11 May 2026
logo

Fermandarekî sipaha pasdaran ji ber vîrusa koronayê mir

Fermandarekî sipaha pasdaran ji ber vîrusa koronayê mir
Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê îro fermandarekî sipaha pasdaran û berpirsê berê yê Îtlaata yê hêza bejayî ya sipaha pasdaran Remezan Pûrqasim ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Malpera Rukna vê derbarê de belav kir, Remezan Pûrqasim yek ji fermandarên sipaha pasdaran bû û kêmendamê kîmyayî yê dema şerê Îran û Iraqê bûye. Vê dawiyê wek berpirsê rêxistina nimêjên înê yê bajarê Sarî yê navenda parêzgeha Mazenderan bû.

Ew fermandarê sipaha pasdaran ku berê berpirsê Îtlaata hêza bejayî bû, çend roj bû ber vîrusa koronayê ketibû û îro li nexwaşxaneya Sarî jiyana xwe ji dest da.

Basnews
Top