Tirkiyê balefirekî şer a Sûriyê xist
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, wan balefirek şer ya artêşa Sûriyê ji cura L-39 li esmanê Idlibê xiste xwarê û çarenivîsa tîma wê ne diyar e.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, balefirek şer a Tirkiyê ji cura F-16 li esmanê bajarokê Cisir El Şixûr li bakurê rojavayê Sûriyê mûşeke arasteyî balefirekî şer a Sûriyê kir û xiste xwarê.
Rewangehê ragihand jî, heta niha çarenivîsa tîma wê balefirê nayê zanîn.
Ji aliyê xwe ve, medyaya Sûriyê nûçeya ketina firokeyê piştrast kir.
Di 1ê vê mehê de jî medyaya Sûrî ya fermî belav kiribû, berevaniya esmanî ya Tirkiyê du balefirên Sûriyê ji cura SU-24 li esmanê Idlibê xistin xwarê.
Ev yek di demekê de ye, piştî kuştina 34 serbazên Tirkiyê li Idlibê, artêşa Tirkiyê dest bi operasyona “Mertala Buharê” li Idlibê kiriye û Tirkiyê red dike operasyonên xwe rawestîne, heta artêşa Sûriyê venekişe piştî hêlên rêkeftin Sûçî.
Basnews
