• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka: Em alîkariya asmanî nadin Tirkiyê

Amerîka: Em alîkariya asmanî nadin Tirkiyê
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku alîkariya asmanî pêşkeşî Tirkiyê nakin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper li Washingtonê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze di warî alîkariyên mirovî de piştevaniya xwe ji bo Tirkiyê zêde bike.

Li ser pirsa “Amerîka dê ji aliê asmanî ve piştevaniya Tirkiyê bike?” Mark Esper got ku ew dê di wî warî ji Tirkiyê re alîkariyên xwe pêşkeş nekin.

Mark Esper herwiha diyar kir ku ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg rewşa herî dawîn a Sûriyê gotûbêj kirine û NATO ji her rewşa pêwîst re amade ye.

Ev yek di demekê de ye ku Nûnera Daimî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Kelly Craft û Nûnerê Taybet ji bo Karûbarê Sûriyeyê James Jaffrey li Tirkiyê ne..

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hate wergirtin, Craft û Jeffreyê ku di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de dê ligel rayedarên Tirkiyê li ser mijarên têkildarê Sûriyeyê biaxivin.

Herwiha tê pêşbînîkirin şanda Amerîkayê ji xeynî hevdîtinên navborî, ligel nûnerên Neteweyên Yekbûyî û saziyên civaka sivîl jî werin cem hev.

Rudaw
Top