• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serbazekî din ê Tirkiyê li Idlibê hat kuştin

Serbazekî din ê Tirkiyê li Idlibê hat kuştin
Di encama armanckirina xaleke serbazî ya artêşa Tirkiyê de, li Idlibê serbazekî Tirk hat kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan beêav kir, hêzên rêjîma Sûriyê xaleke artêşa Tirkiyê li firokxaneya Tiftenazê topbaran kir û di encamê de serbazekî Tirk hat kuştin û 3 serbazên din jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê xalên rêjîma Sûriyê û hêzên ser bi wê ve li derdora Seraqibê û gundewarê Idlibê bombebaran kirin, bêyî ku ziyanên bûnê werin ragihandin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşeke grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike, Rêvebirê Nahiya Seraqibê Raîd Şahir Dîb û Muzalim Ewîs Îbrahîm û du polîsên din hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî, medyaya Sûriyê belav kir, hêzên Tirkiyê hejmarek ji navçeyên parêzgeha Helebê armanc girtine.

K24
Top