• Tuesday, 10 February 2026
logo

Putin: Em dê rewşekê çê bikin ku ti kes şerê Rûsyayê neke

Putin: Em dê rewşekê çê bikin ku ti kes şerê Rûsyayê neke
Serokê Rûsyayê ragihand ku ew hewl nadin şer li gel ti welatekî bikin û herwiha tekez jî kir, ew rê nadin ti kesê hizra wê hebe şer bi Rûsyayê bifiroşe.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevpeyvîneke taybet de li gel ajansa Tass a Rûsî, behsa rewşa Idlibê û herwiha şiyana hêza artêşa welatê xwe kir.

Putin dibêje, niyeta wan nîne bi ti kesî re şer bikin û diyar dike ku niha ew xwediyê artêşeke gelek bihêz in lê ti demekê hewl nadin li gel ti welatekê bikevin nav şer.

Vladimir Putin herwha amaje bi wê jî kir, Rûsya li gel ku xwediyê artêşeke bihêz e, hevdem ti demekê û bi ti şêweyekê jî rewş û halekê dabîn nake ku ti welatek hizra wê hebe şer li dijî Rûsyayê ragihîne.

Derbarê xerciyên serbazî jî Serokê Rûsyayê dibêje, niha di warê xercên serbazî de, 7emîn welat in li cîhanê, piştî her yek ji Amerîka, Çîn, Siûdiye, Fransa û heta Japonê jî tê û ew hewl didin xerciyan kêmtir jî bikin.

Putin derbarê budceya Pentagonê de jî got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji wî re diyar kiriye, Kongreya Amerikayê cihek ji Pentagonê re terxan kiriye ku 738 milyor dolar e.

Ev daxuyaniyên Putîn di demekê de ne ku piştî girjî û aloziyên li Idlibê ku piştî kuştina 36 serbazên Tirkiyê zêde bûne, biryar e roja 5ê vê mehê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Moskowê civînekê encam bide.

Rudaw
Top