Rewşa ew 4 welatiyên bi vîrosê ketibûn başe
Di preskonferansê de hatiye gotin ku ev her çar welatî ji Îranê vegeriyane ku sê ji wan endamên malbetekê ne û yeke din jî jineke ku ji Îranê vegeriyaye.
Cerbandinên nûjdariyê bo wan her çar kesan hatine kirin û niha di bin çavdêriya nûjdariyê dene û rewşa wan başe.
Hêjayê gotinê ye ku piştî daxistina sînoran li gel Îranê, hijmarek Kurdistanî ku li Îranê bûne, bi rêyên derqanûnî vedigerin Kurdistanê jiber vê yekê jî egera belav bûna vîrosa Koronayê li Kurdistanê de heye û wezareta tendirostî jî duhê daxwaz ji Kurdistaniyan kiribû daku li ser ew kesên ku bi awayên derqanûnî vedigerin Kurdistanê zaniyarî bidin wan daku cerbandinên nûjdarî bo wan werin kirin.
K24
