• Tuesday, 10 February 2026
logo

Berpirsekî pilebilind yê Îranê ji ber nexweşiya Koronayê mir

Berpirsekî pilebilind yê Îranê ji ber nexweşiya Koronayê mir
Endamekî encumena destnîşankirina berjewendiyên giştî yên Îranê ji ber nexweşiya Koronayê mir.

Li gorî medyaya Îranê, îro danê sibê endamekî encumena destnîşankirina berjewendiyên giştî yên Îranê bi navê Seyîd Mihemed Mîr Mihemedî canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, ew serkirdeyê Îranê ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest daye.

Encumena destnîşankirina berjewendiyên giştî yên Îranê ji 47 kesan pêk hatiye, serokê wê jî Musin Rizayî, fermandeyê berê yê pasdaran e.

Heta niha herî kêm çar parlementer û komek berpirsên hikûmeta Îranê bi nexweşiya Koronayê ketine.

Pêr jî parlementerekî nû yê Îranê, ku di hilbijartinên 21 Sibata îsal de hatibû hilbijartin û hîn sûnda parlementerê nexwaribû, ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Îranê 54 kes ji ber Koronayê mirine û 987 kes jî pê ketine.

Basnews
Top