• Tuesday, 10 February 2026
logo

Koçberên li ser sînorê Yunan û Tirkiyê di rewşeke dijwar de ne

Koçberên li ser sînorê Yunan û Tirkiyê di rewşeke dijwar de ne
Koçber û penaberên ku berê xwe didin ser sînorên Tirkiye, Yunan û Bulgaristanê, di rewşekî gelek dijwar de dijîn. Baca herî mezin a vê pêla koçberiyê jî, zarok didin û heya sibehê li ber sermayê dimînin.

Şanderê Rûdawê li ser sînorê Tirkiye û Yunanê, Şewket Herkî rewşa koçberan dişopîne û behsa rewşa wan dike, koçberek jî dibêje, ew dixwazin derbasî Yunanê bibin û piştire biçin welatê Almanyayê.

Rêya di navbera Tirkiye û Yunanê, rêya hêviya paşerojeke baştir e bo hezaran koçberan. Wan rêyên dûr dane ber xwe lê rêwingiya wan li ser sînorê Yunanê bûye yek ji mijara germ ên cîhanê.

Muhammed Casim Nebi yek ji wan koçberan e, ew dibêje: “Em dixwazin derbasî Yunanê bibin , ne Tirkiyê rê dide me em vegerin Tirikiyê û ne jî Yunan rê dide me ku em biçin wê derê, em li vê derê mane, Tirkiye me wernagirin, ez dixawzim derbasî Yunanê bibim û piştre bicim Almanyayê.”

Pirinaya wan koçberan ji Îran, Efxanistan, Pakistan u ji welatên Afrîqayê ne .

Niha derdora 6358 koçber û penaber dixwazin hêrsa Tirkiye ya li hember Sûriye u yeketîya ewropaye bibe derfetek ku ew bikarin derbasî Ewropayê bibin.

Koçber, Îbrahî Hesen ji Rûdawê re axivî û da xuyakirin: “Em dixwzain biçin derê welatên Ewropayê ji ber guvaşên heyî û şerê Sûriyê em dixwazin biçin, ji ber şer li Sûriyê hemû xanî rûxiyane û cihek nîne em tê de bijîn.”

Bi dirêjiya 260 km sînorê hevbeş ê Tirkiyê bi Yunan û Bulgaristanê re koçber u penaber bi rêyên bejayî u deryayî hewil didin ji sînor derbas bibin.

Hikûmeta Tirkiyê bi her awayî dibe rêxweşker ji bo ku ew ji axa Tirkiyê derbikevin.

Rudaw
Top