Ellawî dest ji erka avakirina hikûmetê vekişand
Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civkakî ji ser hesabê xwe yê twitterê Mihemed Tewfîq Ellawî ragihand wî di navbera posta serokwezîran û gel de, aliyê gel hilbijartiye.
Herwiha Ellawî gotiye: “Bijarde sax e û zelal e ku ez bi gelê xwe re me, bi taybet dema min dît hin aliyên siyasî di meseleya reforman de û bicihanîna sozên xwe yên li hember gel nerastgo ne û astengî xistin pêşiya avakirina hikûmeteke serbixwe ku ji bo niştiman bixebite.”
Biryar bû îro parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina kabîneya Ellawî bicive, lêbelê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî, civîna parlemetoyê pêk nehat.
Ji destpêka Cotmeha 2019an xelkê Iraqê dijî gendelî nebûna xizmetguzariyan dijî hikûmetê dest bi xwepêşandanan kiribûn û ji ber fişareka zêde Adil Ebdulmehdî neçar mabû dev ji erka serokwezîriyê berde.
Herwiha Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi armanca avakirina hikûmeteka demkî Mihemed Tewfîq Ellawî erkdar kiribû. Lêbelê ji ber nakokiyên siyasî di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û hin hewlên Ellawî yên dijî aliyên sunne û Herêma Kurdistanê hewlên Ellawî yên bo avakirina hikûmetê jî serkefetî nebûn û maweya yasayî ya avakirina hikûmetê bo Ellawî jî bi dawî bû.
Basnews
