Fraksiyonên Kurdistanî helwêstê xwe aşkera dikin
Parlamentera fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Xalîde Xelîl ji BasNewsê re ragehand, îro 01.03.2020ê hemû fraksiyonên Kurdistanî li Bexdayê helwêst verdigrin û bo raya giştî dê aşkera bikin.
Herwaha got, herçend biryare îro deng ji kabîneya Mihemed Tofîq Elawî dê bê dayîn jî, lê hîn ne diyare gelo rêjeya yasayî ya parlamenteran li civîna parlamentoyê amade dibin an na.
Serokê nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsal ji BasNewsê re ragehandibû: ‘’Eger waha biçe civîna îro jî wek civîna roja pêncşema borî ya parlamentoya Iraqê nikare pêkbê û deng ji kabîneya Elawî re dibe ku neyê dayîn.’’
Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî jî aşkera kiribû di civîna pênşema borî de ji 329 parlamenteran 100 kes amade bibûn.
Basnews
