• Tuesday, 10 February 2026
logo

Soylu: 76 hezar koçber ji Tirkiyê derketine

Soylu: 76 hezar koçber ji Tirkiyê derketine
Piştî vekirina deriyan, derbasbûna koçberan ji Tirkiyê berdewam dike. Wezareta Navxweyî dibêje, ji duh ve 76 hezarê zêdetir koçber ji Tirkiyê derketine.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da xuyakirin, piştî ku Tirkiyê astengên li pêş koçberan rakirine, heta îro demjimêr 10:00, hejmara koçberên ku ji Tirkiyê derketine, gihîştiye 76 hezar û 638 kesan.

Ji aliyê xwe ve, Netewên yekgirtî ragihand, zêdetir ji 13 hezar koçber li ber sînorê Tirkiyê û Yunanê de kom bûne û di rewşeke xirap a keşûhawayê de asê mane.

Piştî ku koçber sînorê Tirkiyê derbas dikin, Yunanistan rê nade kesek sînorê wê derbas bike û gelek caran jî gaza rondikrêj jî li dijî koçberan bikar tîne. Medyaya Yunanistanê diyar kir jî, Yunanistan hezar û 400 polîs û serbaz jî wek hevkarî şandine ser sînor.

Tirkiye bi îdîaya ku welatên Ewropa di pirsgirêka koçberan de alîkariya wan nakin û beşdarî projeya navçeya aram di nav sînorên Sûriyê de nabin, hemû berbestên li pêş penaberan rakirin.

Bi dehezaran koçber berê xwe dabûn ser sînorê Yunanistan û Bulgaryayê û bi rêyên bejahî û deryayî derbasî hewl didin derbasî wan welatan bibin.

K24
Top