• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê bangewaziyek bilez li ser nexweşiya Koronayê belav kir!

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê bangewaziyek bilez li ser nexweşiya Koronayê belav kir!
Wezareta tenduristiya Kurdistanê, bo berhingarbûna nexweşiya Koronayê bangewaziyek bilez ji xelkê Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî li ser rûpela xwe ya facebookê daxuyaniyek belav kir û ragihand, hinek welatî û tûrîstên Başûrî yên ku ji Îranê vegeriyane, bi qaçaxî û bêyî ku bên pişkinînkirin, derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, ev jî metirsîdar e!

Wezîrê tenduristiyê bang li wan kiriye, bi lez ji zarok û malbat û mirovên xwe dûr bikevin û xwe bigihînin tîmên tenduristiyê yên taybet bi nexweşiya Koronayê.

Dr. Saman Berzencî daxwaz ji welatiyan jî kiriye nêzîkî wan kesan nebin û bo xatirê tenduristiya xwe û malbata xwe tîmên tenduristiyê agahdar bikin da ku pêşiya belavbûna nexweşiya Koronayê were girtin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî beriya niha ragihandibû, hinek welatiyên Başûrî bi qaçaxî ji Îranê vegeriyane Herêma Kurdistanê. Eger ew neçin ba tîmên tenduristiyê ewê bi darê zorê wan bibin!

Basnews
Top