• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiyê geştên xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragirtin

Tirkiyê geştên xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragirtin
Tirkiye ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronaya nû (Covid-19) geştên asmanî û bejayî yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragirtiye.

Tirkiyê ji ber metirsiya belavbûna metirsiya vîrûsa koronayê weke tedbîr geştên xwe bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragirtiye û hatûçûna bi deriyê sînorî yên Xabûrê bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Kompanyayên asmanî yên Tirkiyê Turkish Airlines û Pegasusê îro Şemiyê 29 Sibatê eşkere kirin wan geştên asmanî bo Iraqê û Îtalyayê rawestandine.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca jî di daxuyaniyekê de ragihand ku wan ji ber metirsiyê belavbûna vîrûsa koronayê tedbîrên xwe zêde kirine û di vê çarçoveyê de geştên asmanî yên bo Îtalya, Koreya Başûr û Iraqê rawestandine.

Fahrettin Koca herwiha da zanîn ku çûnûhatina bi deriyên sînorî yên ligel Herêma Kurdistanê jî li gor mercan bi awayekî demkî rawestandine.

Ev yek di demekê de ye ku li Îraqê 5 kesên din jî tûşî vîrûsa koronayê bûn, 4 li Bexda û kesek jî Babilê. Niha hejmara kesên li Îraqê bi vîrûsa koronayê ketine ketine, gihîştiye 13 kesan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha ti bûyereke vîrûsa koronayê nehatiye tomarkirin. Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku 12 kes bi gumana pêketina koronayê li wan dihat kirin, test ji wan re hate kirin û derket ku ti ks tûşî vîrûsa koronayê nebûne.

Rudaw
Top