• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li girtîgeha Ormiyê girtiyekî kurd ji ber nexweşiya Koronayê mir!

Gulan Media February 29, 2020 Nûçe
Li girtîgeha Ormiyê girtiyekî kurd ji ber nexweşiya Koronayê mir!
Girtiyekî kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê de ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest da.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî girtiyekî kurd bi navê Ferîq Mihemedî (47 salî), ku 6 sal berê bi tohmeta bazirganî bi madeyên hişber hatibû girtin, canê xwe ji dest da.

Yek ji girtiyên girtîgeha Ormiyê daye zanîn ku ew girtiyê kurd ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest daye û karmendên tenduristiyê bi kincên taybet ew ji girtîgehê derxistine û birine.

Ew girtiyê kurd xelkê devera Deştebêla bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bû û şeş salê berê li ser bazirganîkirina madeyên hişber hatibû girtin û bi 25 sal zîndan hatibû mehkûmkirin.

Tê gotin ku şeva borî girtiyekî din jî bi navê Reşîd li heman girtîgeha Ormiyê, bi gumana wê yekê ku bi nexweşiya Koronayê ketiye, ji girtîgehê hatiye derxistin.

Serokê zankoya nojdariyê ya Ormiyê, Dr. Cevad Axazade jî duhî ragihand, li Ormiyê heta niha 39 kes bi gumana nexweşiya Koronayê hatine qerentînekirin û di bin çavdêriyê de ne. Bila welatî nîgeran nebin, heta niha li parêzgeha Ormiyê ti kes bi nexweşiya Koronayê neketiye.

Lê wî zilamî çend roj berê gotibû, li Ormiyê jineka 55 salî ku ji bajarê Qomê vegeriyabû, bi nexweşiya Koronayê ketiye!



Basnews
Top