Amerîka: Em amade ne alîkariya Îranê bikin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro di konferanseke rojnamevaniyê de, derbarê belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê ragihand, “ji bo hemû cîhan û nevçeyê me ronî kiriye ku alîkariya mirovî bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê li Îranê tiştek e ku Amerîka bi temamî palpiştiyê lê dike.”
Mike Pompeo dibêje, “Em dê berdewam bin li palpiştkirinê. Her welatekî din jî be em dê heman tiştî bo bikin” û diyar dike, “Em hêza dîplomasî û şiyanên xwe bikar tînin bo hevkariya teknîkî û pizişkî bigihînin her cihekî ku em bikarin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê jî dike, “Jêrxaneya tendirustiya Îranê baş û nû nîne. Niyeta wan bo belavkirina zanyariyan li ser wê yekê bê ka çi diqewime li Îranê, baş nîne. Ez gelek nîgeran im ku Îran bi xwe zanyariyan belav nake ku sûd bi xelkê Îranê digîhînin.”
Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, îro, 28.02.2020 belav kiribû ku 8 kesên din jî bi Koronayê mirine û bi vî awayî hejmara ku li wî welatî bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 34 kesan. Herwiha 388 kes jî bi wê vîrusê ketine.
Li gor Berpirsê Peywendiyan û Ragihandinê li Wezareta Tendirustiyê, ji wê hejmarê 2 kes li parêzgeha Sinê, 64 kes li Tehranê, 25 kes li Gîlanê, 16 kes li Qûmê, 10 kes li Îsfehan, 6 kes li Mazenderan, 4 kes li Tewrêz, 3 kes li Xuzistanê, 3 kes li Elburz, 2 kes li Simnan û 2 kes jî li Qezwînê bi vîrusa Koronayê ketine.
Li gor Cehanpûr, di heyama çend rojên derbasbûyî de, 73 kes ku bi vîrusa Koronayê ketibûn, hatine çareserkirin.
Rudaw
