• Tuesday, 10 February 2026
logo

Trump sedema kêmdîtina Koronayê li Amerîkayê aşkere kir

Gulan Media February 29, 2020 Nûçe
Trump sedema kêmdîtina Koronayê li Amerîkayê aşkere kir
Serokê Amerîkayê dibêje, “Bi saya tedbîrên tund ên li ser sînoran kêm kes li Amerîkayê tûşî Koronayê bûne.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Washingtonê ji rojnamevanan ragihand, heta niha li Amerîkayê ti kesekê bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest nedaye û got, ew ên ku bi vîrusê ketine jî rewşa wan baştir dibe.

Serokê Amerîkayê amaje bi wê kir, rêveberiya wî plan heye sînoran li gel hinek welatan bigire ku hejmarek ji hemwelatiyên wê tûşî Koronayê bûne.

Vîrusa Koronayê niha li 56 welatan belav bûye û 2 hezar û 900 kes bi vê vîrusê canê xwe ji dest dane. Herwiha 64 kes jî li Amerîkayê tûşî Koronayê bûne.

Li Herêma Kurdistanê jî heta niha ti kesek bi vîrusa Koronayê neketiye. Lêbelê ji ber belavbûna Koronayê li Iraq û Îranê, hikûmeta Herêma Kurdistanê tedbîrên tund girtine.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê jî daxwaz ji hemwelatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bin.

Rudaw
Top