Rojek piştî kuştina 33 serbazên Tirkiyê; Putin û Erdogan rewşa Idlibê gotûbêj kirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov ev yek aşkere kir û got, Putin û Erdogan di vê pêwendiya telefonî de “rewşa herî dawî ya li Idlibê û cîbicîkirina rêkevtina Soçî” gotûbêj kirine.
Sergey Lavrov aşkere kir, ku pêwendiya telefonî li ser daxwaza Enqerê hatiye encamdan û da xuyakirin, di vê pêwendiyê de gotûbêj li ser rêkevtinên derbarê Idlibê de hat kirin.
Lavron destnîşan kir, ku “şandên Rûsya û Tirkiyê têkildarî rewşa Idlibê îro li Enqerê dicivin û got, hêj di navbera Moskow û Enqerê de şansê gotûbêjkirinê heye.”
Bi gotina Lavrov, Putin û Erdogan herwiha têkildarî rewşa Lîbyayê jî axivîne.
Li aliyekê din, Berdevkê Kremlîn, Koşka Serokatiya Rûsyayê, Dmitry Peskov jî têkildarî vê pêwendiya navbera Putin û Erdogan ragihand: “Herdu serokan li hev kirin ku derbarê îmkana lidarketina civîneke lûtke ya navbera wan di demeke nêzîk de gotûbêj bikin.”
Peskov got: “Herdu serokan herwiha li hev kirin ku şêwirên xwe yên derbarê rewşa Sûriyê de zêdetir bikin.”
Berdevkê Kremlînê diyar kir, herdu serokan “tekezî li ser cîbicîkirina pêngavên zêdetir ji bo asayîkirina rewşê li bakurê rojavayê Sûriyê û têkoşîna li dijî komên terorîstî yên navdewletî kirin.”
Serokatiya Tirkiyê hêj derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.
Pêwendiya telefonî ya navbera herdu serokan rojek piştî êrîşa li ser hêzên Tirkiyê li Idliba Sûriyê tê, ku di encama vê êrîşê de 33 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Rudaw
