ÎRAN - 4 parlamenterên din jî bi vîrusa Koronayê ketin
Endamê Desteya Serokatiya Parlamentoya Îranê, Mihemed Elî Wekîlî, li ser hejmara xwe ya Twîtterê aşkere kir ku 4 parlamenterên Îranê tûşî vîrusa Koronayê bûne.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, du nûnerên din ên parlamentoya Îranê, Mihemed Sadiqî û Mucteba Zûnnur jî bi Koronayê ketibûn.
Herwiha pêşter hatibû ragihandin ku 30 endamên parlamentoya Îranê pişkinîna Koronayê bo hatiye kirin û di encamê de pişkinîna 4 kes ji wan pozitiv derketibû.
Kiyanûş Cehanpûr, Serokê Navenda Peywendiyan û Ragihandina Wezareta Tendirustiyê ya Îranê di twîtekê de ragihandibû ku her ku diçe Korona li Îranê belav dibe û “baştir e ku xelk li malên xwe bimînin û hatinûçûnê nekin.”
Cehanpûr herwiha daxwaz ji xelkê kiribû ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê xwe ji her kombûnekê dûr bigirin.
Herwiha berî niha jî hatibû ragihandin ku Cîgira Serokomara Îranê bo karûbarên jinan tûşî vîrusa Koronayê bûye.
Hadî Xusrew Şahî, Balyozê berê yê Îranê li Vatîkanê û Serokê berê yê Nivîsingeha Karûbarên Berjewendiyên Îranê li Misirê bi vîrusa Koronayê ketibû û cane xwe ji dest dabû.
Li Îranê heta niha bi sedema vîrusa Koronayê 34 kesan cane xwe ji dest dane û hejmareke zêde ya xelkê jî li wî welatî tûşî Koronayê bûne.
Ji bo rêlibergirtina belavbûna vîrusa Koronayê hikûmeta Îranê bêhnvedana fermî ji bo dibistanan ragihandiye, hemû çalakiyên werzişî rawestandine û helmeta pakkirina şûnên giştî daye destpêkirin.
Rudaw
