Rûsyayê derbarê kuştina serbazên Tirkiyê de daxuyanî da
Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro Înê 28ê Sibatê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku grûpên çekdar li Idlibê hewl dan êrîşî ser Artêşa Sûriyê bikin û artêşa Sûriyê bersiv da û cihên wan çekdaran bombebaran kir.
Li gor daxuyaniyê, “serbazên Tirkiyê di nava grûpên çekdar ên Sûrî de bûne ku rastî bombebarana li Idlibê hatine”, lewma encameke wisa derketiye holê.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê tekez dike, ku balafirên wan ti pêgehên Tirkiyê li Idlibê nekirine armanc û destnîşan dike: “Piştî em agahdarî kuştina serbazên Tirkiyê bûn, me her tişt kir ji bo agirbesta giştî ji aliyê Artêşa Sûriyê ve.”
Wezaret Rûsî herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Enqerê agahî nedaye Rûsyayê ku hêzên wan li Idlibê ne.
Roja bihorî hêzên Tirkiyê li sînorê parêzgeha Idliba Sûriyê rastî êrîşê hatin û li gor daxuyaniya herî dawî ya Waliyê Hatayê Rahmî Dogan, di encama êrîşê de 33 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûne.
Her heman rojê danê sibehî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kuştina 3 serbazên din ên wî welatî li Idlibê ragihandibû.
Bi hesibandina wan 3 serbazan, hejmara serbazên Tirkiyê ku duh li Idlibê hatine kuştin, gihîştiye 36 kesan.
K24
