• Tuesday, 10 February 2026
logo

Siûdiye hec kirin bi awayekî demkî rawestand

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Siûdiye hec kirin bi awayekî demkî rawestand
heca omre bo demeke nediyar hatiye rawestandin
Hikûmeta Siûdiyeyê ragihand ku bi mebesta pêşî girtin ji belav bûna vîrosa Koronayê, biryar daye daku cîhbicîh kirina heca omre û serdan kirina mizgefta Nebewî bo demek rawestîne.

Hikûmeta Siûdiyeyê herwiha eşkere kiriye ku bo pêşî girtin ji vîrosa Koronayê çend tedbîrên pêwîst stendiye û dezgehên têkildar çavdêriya rewşê dikin.

Weke tê zanîn vîrosa Korona yaku li Çînê derketiye niha li zêdetir ji 42 welatên cîhanê belav bûye û heta niha hijmareke zêde xelk jî jiber vê vîrosê canê xwe ji dest dane.

Top