• Tuesday, 10 February 2026
logo

Yekem haleta tûşbûna bi vayrosa Korona li Bexdayê hat tomarkirin

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Yekem haleta tûşbûna bi vayrosa Korona li Bexdayê hat tomarkirin
Tenduristiya Iraqê, yekem haleta tûşbûna bi vayrosa Korona li Bexdayê tomar kir.

Wezareta Tenduristî û Jîngehê ya Iraqê ragihand, gencekî ku Îranî vegeriye, piştî serdana nexweşxaneyê kiriye û piştî pişknînê, derket ku hilgirê vayrosê Korona ye û niha di bin çavdêriyê de ye.

Wezaretê diyar kir, wî gencî serdana Îranê kiribû û ji wir çûbû Tirkiyê û ji Tirkiyê vegeriya Iraqê.

Tekez kir jî, niha ew genc di odeya taybet a çavdêriya tenduristiyê de ye û rewşa wî ya tenduristî jî cîgir e.

Tekez kir jî, wan tevahiya rêkarên tenduristiyê li gor rênimayên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê girtine ber.

Ev 6emîn haleta tûşbûna vayrosa Korona li Iraqê û ya yekem li Bexdayê tê tomarkirin e, pêştir haletek li Necefê û 4 haletên ji yek malbatê li Kerkûkê û hatibûn tomarkirin, ku ew jî ji Îranê vegeriyabûn, niha ew jî di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

K24
Top