Grûpên çekdar careke din bajarokê Seraqibê kontrol kir
Ajansa “Reuters” da xuyakirin, bajarokê Seraqib ya Idlibê dîsa ket destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve.
Ajansên opozîsyonê Sûriyê belav kirin, îro piştî şerekî giran di navbera çekdaran û artêşa Sûriyê de, çekdaran karîn careke din bajarokê Seraqibê kontrol bikin.
Artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsya, berî 3 hefteyan riya navdewletî M 5 û bajarokê Serqibê xistibû bin kontrol xwe.
Duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Eredogan ragihandibû, ewê tevahiya navçeyên ku xalên çavdêriyê yên Tirkiyê lê ne vegerînin bin kontrola xwe û heta dawiya vê mehê jî molet da artêşa Sûriyê, ta jê vekişin.
K24
