• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahîyê li hevserokên YNKyê dike

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahîyê li hevserokên YNKyê dike
Roja Çarşembîyê, 26/2/2020 Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê di peywendîyeka telefonî de li gel her yek ji Bavil Talebanî û Lahur Şêx Cengî bi boneya helbijartina wan wek hevserokên Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li wan kir û hêvîya serkevtinê ji wan re xwazt.

Di wê peywendîya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî, tevî hêvîya serkevtinê bo YNKyê behsa rola diyara YNKyê kir di qonaxên xebata gelê Kurdistanê de tekez li ser giringîya pêgeh û hewlêrn YNKyê kir ji bo tebayî û yekrêzîya pêkhate û alîyên Kurdistanî.

Herweha hêvî xwazt, helbijartin û destbikarbûna wan xizmetê bi wê yekrêzîyê û hêvîyên serok Mam Celal bike.

K24
Top