• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mahmûd Mihemed: Ew serdema kesek bi yekalî li Iraqê hukim bike bi dawî bûye

Gulan Media February 27, 2020 Nûçe
Mahmûd Mihemed: Ew serdema kesek bi yekalî li Iraqê hukim bike bi dawî bûye
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) aşkere kir, divê serokwezîrê hatiye raspardin ê Iraqê Mihemed Tewfîq Ellawî kar bo çareserkirina arîşeyan bike û arîşeyên din saz neke.

Mehmûd Mihemed, ragihand:"Mihemed Ellawî rijde liser wê yekê ku gih nede aliyên siyas. Lê ev yek di demekê da ye ku pêwîstiya wî bi piştgiriya aliyên siyasî heye. Bo ku aliyên siyasî di parlementoya Iraqê de baweriyê bidin kabîneya wî.

Mehmûd Mihemed di hevpeyvînekê da ligel Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî ew serdema kesekî û aliyekî bi yekalî hukimê li Iraqê bike. Divê hewla Mihemed Ellawî jî çareseriya kêşeyan de be û kêşeyên nû durist neke. “

Biryara roja pêncşemê 27.02.2020an Parlementoya Iraqê kabîneya nû ya Mihemed Ellawî pesend bike.

Basnews
Top