Rêkan..Ji encma burdûmanên firokeyên Tirkiyê hevwelatîyek şehînd bû
Li gor zanîyatîyên Kurdistan24, ew hevwelatî navê wî, Xelîl Îbrahîm Sîdanî ye û temenê wî 47 sal bûye û bavê çar kiç û sê kuran e.
Şîmal Zêbarî, yeke ji rûnişvanên wê deverê bi Kurdistan24 re ragehand, Xelîl Sîdanî bi mebesta çune nav rez û baxên xwe serdana gundê xwe kirîye û ji alîyê firokeyên Tirkiyê ve kirîye armanc.
Xuya jî kir, li sinûrê wê deverê, hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hene û ev jî, bûye sedema wê yekê ku hevwelatîyên wan gundan nekarin vegerin ser gundên xwe.
Piştî şehîd bûna Xelîl Sîdanî, kesûkarên wan çûyîne wê deverê û termê wî veguhaztîne Şêladizê.
K24
