• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ti haleteke veyrosa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin

Gulan Media February 26, 2020 Nûçe
Ti haleteke veyrosa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ti haleteke veyrosa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Ragihand jî, hemû geştiyarên hatine Herêma Kurdistanê di bin çavdêriyê de ne û gûman li ser 7 kesan hebû, pişknîna 6 kesan nerênî bû û tenê yek kes maye encama pişknîna wî hîna derneketiye.

Amaje bi wê da, Herêma Kurdistanê amadekariyên temam kirine û rojane jî data û zanyariyan ji medya û welatiyan re aşkere dike.

K24
Top