• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hewlên nêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in

Gulan Media February 26, 2020 Nûçe
Hewlên nêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in
Tevî derketina hinek zehmetiyan hewlên li hev nêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in. ENKSê daxwaza aliyekî garantor dike ji bo ku danûstandin û jihevnêzîkbûn cidî bin û biser bikevin.

Xwestek û hêviyên jihevnêzîkbûna aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in, lê heta niha, li pêşiya aktîvkirina danûstandinan di vî warî de, zehmetî derdikevin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wê yekê tometbar dike ku di peydakirina astengiyan de berdewam in, ji vê yekê jî, ENKSê daxwaza aliyekî garantor dike ji bo ku danûstandin û jihevnêzîkbûn cidî bin û biser bikevin.

Di serî de ENKSê daxwaza avakirina baweriyê dike, ku berdana girtiyan û diyarkirina çarenivîsa wan yek ji mercên avakirina wê baweriyê ye.

Berpirsê Rêveberê Polîtbûroya PDK-Sê Mihemed Ismaîl dibêje “Divê aliyeke garentor di navbera me de hebe da ku ev diyalog bikare pêş ve here. Em tekez dikin ku ji bo berjewendiyê gelê me çi bikeve li ser milê me em bikin û pêwîstiya me bi yekrêziya Kurdî heye. Bi vî awayî kes nikare ligel wan kar bike divê hinek cîdiyet hebe.”

Li beramber helwest û nerîna ENKSê, Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û PYDê jî daxwaza avakirina zemîneke guncaw dikin ji bo heman mebestê.

Serkirdeyekî TEV-DEMê nîşanê bi wê yekê dide ku aliyên li nav ENKSê bi xwe jî ne yekhelwest in.

Herwiha, derbarê serdana şanda ENKSê bo Tirkiyê rexneya wan aliyan li ENKSê heye.

Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso jî dibêje: “Eger pirsgirêkek ji bo nêzîkbûna aliyên Kurdî were dîtin, mirov ji bo çareserkirina wê dixebite û zemînê ava dike. Lê mixabin hinek aliyên ENKSê bi daxuyaniyên xwe tiştên amade xirab dikin. Hinek aliyan jî bêdeng in û ew bêdengiya wan diyar dike ew ji rewşê razî ne. Em dibînin ku ew jî di nav xwe de ne yek in. Herwiha çûna ENKSê bo Tirkiya dagirker gelek bal kişan ser xwe û ti sûda wê ji bo gelê me nîne.”

Çavên civaka Kurdî û welatiyên Rojavayê Kurdistanê li destpêkirineke cidî ye ji proseya danûstandin û jihevnêzîkbûnê, di navbera aliyên siyasî yên Kurdî de, lê hêj ew hêviya wan pêk nehatiye û gavên praktîkî nehatine avêtin.

Rudaw
Top