• Tuesday, 10 February 2026
logo

Enwer Muslim: Em dê li ser destpêşxeriya Mazlûm Kobanî berdewam bin

Gulan Media February 26, 2020 Nûçe
Enwer Muslim: Em dê li ser destpêşxeriya Mazlûm Kobanî berdewam bin
Enwer Muslim piştî ku weke hevserokê nû yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat hilbijartin, ragihand ku ew dê li ser destpêşxeriya Fermandeyê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî berdewam be.

Di 8mîn kongireya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de, Enwer Muslim weke hevserokê nû, û Eyşe Hiso jî ku ji kongireyê berê de hevseroke, ji bo hevserokayetiya PYDê hatin hilbijartin.

8emîn Kongireya PYDê bi durişma "Bi Yekitiya Demokratîk Em Dê Dagîrkeriyê Têk Bibin, Rêveberiya Xweser Pêş Bixin û Sûriyake Demokratîk Ava Bikin" li hola Aram Tîgran ya Çand û Hunerê ya li bajarê Rimêlanê herdu rojên 24 û 25ê Sibatê birêve çû.

Di kongireya PYDê de, Enwer Muslim û Eyşe Hiso weke hevserokên wê partiyê hatin hilbijartin.

Enwer Muslim weke hevserokê PYDê di yekem daxuyaniya xwe de ji Rûdaw re ragihand, ku ew dê berdewam bin li ser piştgiriya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokartîk Mazlûm Kobanî, bo yekxistina nav mala Kurdî, û avakirina yekhelwestiyê.

Herwiha Enwer Muslim da xuyakirin, ku deriyê wan ji bo diyaloga li gel hikûmeta Sûriyê vekirî ye û divê hikûmeta Sûriyê îterafê bi Rêveberiya Xweser bike.

Muslim wiha axivî: “Berê jî partiya me piştevaniyan destpêşxeriya General Mazlûm Evdê dikir, em dê li ser wê yekê berdewam bikin. Hêzên me yên Kurdî li Sûriyê divê ji bo bidestxistina mafê Kurd û tevahiya pêkhateyên Sûrî yêrgirtî bin. Hikûmeta Sûriyê heta niha jî dixwaze rêbazên xwe yên berê berdewam bike weke gef û leşkerî. Neh sal in ev rêbaza wê serneketiye divê hikûmeta Sûriyê ji bo berjewendiyê gelê Sûrî vê siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike. Ev heft sal e Rêveberiya Xweser û partiyên wê bedeleke giran ji bo parastina vî gelê dide û divê hikûmeta Sûriyê jî li gor wê yekê siyaseta xwe zelal bike.”

Enwer Muslim kî ye?

Enwer Muslim di sala 1976an de li bajarê Kobanî ji dayik bûye.

Ew derçûyê koleja Hiqûqa ji Zankoya Helebê ye.

Pêş kirîza Sûriyê, wî çend salan wekî parêzer li dadgehên Kobanî û Helebê kar kiriye.

Ew Serokê Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê bû, û berevanî di ber girtiyên siyasî de dikir.

Yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser li Kobanî û Rojavayê Kurdistanê ye.

Di 27ê Çileya sala 2014an de, dema ragihandina Rêveberiya Xweser li Kobanî, ew bû serokê kantona Kobanî.

Di dema êrîşa DAIŞê de li ser herêma Kobanî, ew ji nav bajarê Kobanî derneketibû û piştgiriya şervanên YPGê kiribû.

Di sala 2017an de bû Hevserokê Herêma Ferat ku herdu herêmêmn Kobanî û Girê Spî li xwe digre.

Di roja 25ê Şubata 2020an de, di kongireyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk yê 8an de, bû hevserokê PYDê.

Rudaw
Top