ENKS û Balyozê Amerîkî vegera koçberan guftûgo dikin
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir, di civînê de encamên serdana ENKSê bo Tirkiyê û pirsa yekrêziya aliyên siyasî hatin guftûgokirin. Ji aliyê xwe ve Balozê Amerîkî tekezî li ser girîngiya vegera koçberên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê li ser cih û warên xwe kir.
Robak diyar kir, welatê wî piştevaniyê li yekrêziya Kurdî dike, ku dê rola wê ya erênî ji bo çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê dike û piştevaniyê li dariştina destûrekê dike ku mafên hemû Sûriyan û di nava wan Kurd de tê de gerentî bike.
Herwiha Balozê Amerîkî William Robek tekezî li girîngiya hevkarî û hevdîtina her du aliyan kir.
Şanda Desteya Serokatiya ENKSê ji her yek Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Nimet Dawûd û Feysel Yûsif pêk hatibû.
k24
