• Tuesday, 10 February 2026
logo

39 terorîstên din yên DIŞIê hatin kuştin

Gulan Media February 26, 2020 Nûçe
39 terorîstên din yên DIŞIê hatin kuştin
di nava wan se 3 berpirsên DIŞIê jî hene
Artêşa Îraqê ragihand ku di çarçoveya operasiyonên xwe yên li dijî terorîstên DIŞIê de, li Selahedînê operasiyoneke din lidar xistiye.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, di encama operasiyona han de 39 terorîstên DIŞIê hatine kuştin ku di nava wan de 3 ji wan berpirsên terorîstên DIŞIê bûne.

Ev operasiyon ku bi hevkariya hêzên hevpeymaniya cîhanê hatiye lidarxistin, li çiyayê Xanoke ya li parêzgeha Selahedînê hatiye lidarxistin û di encam de çek, cebelxane û pêdiviyên jiyana rojane ya terorîstan jî hatine jinavbirin.
Top