Malbateke Efrînî di êrîşeke artêşa Tirkiyê û çekdaran de şehîd bûn
Rêxistina Çavdêrîkirina Binpêkirinên li Efrînê belav kir, şeva bûrî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundên Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê mûşekbaran kirin.
Diyar kir jî, ji encama ketina topekê bi ser xaniyekî de, xanî bi ser malbatekê de hilweşiya û Hesen Hec Izet û hevjîna xwe Fatime û keça xwe 12 salî Sirûşt din de şehîd bûn.
Ew malbata ji gundê Birîmce ya navçeya Mabeta ya Efrînê ye û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar di 18ê Adara 2018an de koçberî gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa bûbû.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar hemû navçey û gundên Efrînê dagîr kirine, lê tenê 12 gundên navçeya Şêrewa ên li derdora herdu bajarokên Şîenişî Nubul û Zehra di destê YPGê de man û her car jî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve tên topbarankirin.
Ji duhî ve artêşa Tirkiyê deverên Efrînê yên di destê YPGê de li Firokxaneya Minigê, Miranaz, Malkiyê û navçeya Şêrewa di ber top û mûşekan.
K24
