Lavrov: Ligel terorîstan agirbest nayê kirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 43emên danişîna Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî de ku li Ofîsa Cinevê ya Neteweyên Yekbûyî ya Swîsreyê hat sazkirin, bal kişand ser rewşa Idlibê û got: “Divê civaka navdewletî û Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî rê li ber radîkalên serê xwe radikin bigirin.”
Lavrov got: “Niha hinek hevpîşeyên me, bi zanebûn an nezanî, hewl didin hovîtiya grûpên radîkal û terorîst rewa pêşan bidin. Wek di hevdîtinên derbarê Idlibê de hat dîtin, zehmet e mirov bikaribe rave bike çawa banga agirbesta ligel çeteyan tê kirin. Çalakiyên wiha nayên wateya parastina mafên mirov, berevajiya wê agirbesta ligel terorîstên tê wateya ferq û cudahîkirin û piştgirîkirina wan."
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov herwiha tekez kir ku agirbesta ligel terorîstan tê wateya binpêkirina konvansiyonên gerdûnî û gelek biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
Rudaw
