• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nûçeya belavbûna koronayê li Rojhilatê Kurdistanê hat redkirin

Gulan Media February 25, 2020 Nûçe
Nûçeya belavbûna koronayê li Rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê tirseke mezin heye ku vîrusa Koronayê li bajarên wan jî belav bibe, lê berpirsên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wê yekê red dikin û dibêjin, ti tiştek ku cihê nîgeraniyê be, nîne.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî mijara germ a nav xelkê, belavbûna vîrusa koronayê ye, welatî bi dilgiranî behsa belavbûna vîrusê dikin ku dilgiraniyeke cidî ya hemû cîhanê ye.

Gote gota wê yekê belav bûye ku li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê hinek kes bi gomana tûşbûna vîrusa koronayê xistine jêr çavdêriyê, lê berpirsên hikûmî yên li her 5 parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê red dikin, ku ti kesek tûşî wê vîrûsî bûbe.

Berpirsên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê vê red dikin li wê derê vîrusa koronayê belav bûye, lê bo xwe amadekirina bo her rewşekê, nexweşxaneyan cih û karînên pêwîst nînin û herwiha pêdewîstiyên pizîşkî weke mask û madeyên paqijkirinê yên li dijî vîrusî bi temamî bi dest nakevin.

Tenê karê praktîk ku hikûmeta Îranê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrûsa koronayê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, girtina dibistan û zanîngehan e .

Hikûmeta Îranê firotina maskan li dermanxaneyan qedexe kiriye, û biryar daye ku bê beramber mask bi ser xelkê de bên parvekirin.

Hhikûmetê herwiha xelk piştrast jî kiriye ku wan karînên kontrolkirina belavbûna wê vîrusî heye, lê gomana xelkê li ser wê piştrastbûnên hikûmetê heye û li cadeyan û bazaran jî , hejmara xelkê gelek kêm bûye.

Rudaw
Top