• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan: Li ser civînê hîn jî lihev kirin tuneye

Gulan Media February 25, 2020 Nûçe
Erdogan: Li ser civînê hîn jî lihev kirin tuneye
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan beriya serdana xwe ya bo Azerbayicanê di presskonferansekê de diyar kir ku li ser mijara Îdlib û Lîbyayê di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de kêşe hene û hewl bo çareser kirina wan kêşeyan didin.

Erdogan eşkere kir ku niha rayedarên pile bilind yên Tirkiye û Rûsyeyê li ser wan her du mijaran hevdîtinên xwe didomînin û biryare roja çarşemê jî şandeke din ya Rûsî bo vê mebestê serdana Tirkiyeyê bike.

Erdogan anî ziman ku pirs Îdlibê yek ji wan pirsaye ku lazime bilez were çareserkirin û niha hewldanên me di vê warî de didomin.

Derbarê civîna ku biryare roja 5ê meha Adarê di navbera Tirkiye, Rûsye, Franse û Almanyayê de derbarê rewşa Îdlibê were lidar xistin got: Hîn jî lihev kirin çê nebûye.
Top