Tirkiye: Me berpirsekî mezin yê PKKê li Şingalê kuşt!
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand, artêşa Tirkiyê bi alîkariya dezgeha îstixbarata wî welatî (MÎT) operasyoneka tabet li dijî berpirsekî PKKê pêk anîye.
Li gorî agahiyan, ew operasyon li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê pêk hatiye û di encamê de berpirsê devera Mexmûr-Kerkûkê yê PKKê bi navê Yehya Dûman hatiye kuştin.
Wê ajansê daye zanîn ku ew berpirsê PKKê di lîsteya bultena sor ya Tirkiyê de bû.
Basnews
