• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî: Heke Elawî bê pişikdarîya Kurd û Sunneyan kabîne pêkanî; pîrozî wî be

Gulan Media February 25, 2020 Nûçe
Serok Barzanî: Heke Elawî bê pişikdarîya Kurd û Sunneyan kabîne pêkanî; pîrozî wî be
Serok Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de, li gel kenala Zagros a Erebî, behsa çend pirsên nihayî ya Herêma Kurdistanê, Îraqê û deverê kir û helwêsta xwe jî li beranber derbirî.

Serok Barzanî ragehand, xwenîşandanên niha rengvdana şikestên berê ne û pêwîste kar li ser rastevekirina wan şaşîyan bihên kirin, ku bûyne sedema wan şikestinan û got jî: Di destpêkê de, me piştîvanîya xwe bo xwenîşanderan û daxwazîyên wan yên rewa derbirîn, lê li gel wê yekê jî, me daxwaz kirîye, çareserî bi awayeka aştîyane be û rê nedin kesên delîveperist ku swarî pêlê bibin.

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir, ku Hewlêr dibe ciheke guncayî bo mivandarîkirin û civîna di navbera serkirdeyên sîyasî û nwênerên xwenîşanderan bo vedîtina çareserîyeka guncayî û derkevtin ji vê kirîza niha ya welat pê re dibûre.



Elawî û pêkhînana hikumetê:



Serok Barzanî, derbarê Mehemed Elawî û mîkanîzma pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê got: Elawî ji malbateka dîyare, lê di mîkanîzma destnîşankirina wezîrên hikumeta xwe de serkevtî nîne û nahêt qebûlkirin. Pêwîste kar li gel szazîyên destûrîyên Herêma Kurdistanê bike bo pêkanîna kabîneyê û destnîşankirina wezîran. Em tevaya wan sepêçîyan red dikîn, ku dibin sedam binpîkirina mafên destûrîyên Herêma Kurdistanê û pêkhateyên din yên Îraqê.

Serok Barzanî, xuya jî kir, Sûnne û Kurd û hejmareka mezin ji Şîeyan ji evê şêwaza Elawî bo pêkanîna kabîneyê razî nîne, çunku bi navê serxwebûn û bê alîgiryê wezîran destnîşan dike, lê dûv re li gor arezûya xwe wan bikar dihîne.

Got jî: Heke Elawî bê pişikdarî ya Kurd û Sunne kabîne pêkanî; pîrozî wî be.

Serok Barzanî got jî, rêkkevtina Elawî li gel dû alîyan yan sê alîyan nabe sedema pabendbûna wan aklîyên ku di wê rêkkevtinê de nîne.



Pirsa Daişê:



Derbarê gefên Daişê û vegerana metirsîyên wê rêkxistîyê, di wê hevpeyvînê de, serok Barzanî bi ruhnî amaje bi wê yekê kir, ku ew rêkxistî hêj metirsîye û got: Daiş niha jî her gefeka cidîye û bihêzekan zêdetir ve dê vegere, lew biryara vekişandina hêzên Emerîakayî, biryareka çarenûsaze û nabe bikeve jêr hest û soz û muzayîdeyan.

Herweha got jî: Nabe Îraq, yan Herêma Kurdistanê bibe qada milmilanêya Emerîka û Îranê li ser axa Îraqê. Pêwîste Îraq rasparteyên Îranê yan her welatekê din red bike.

Girêdayî pirsa navxweyî ya Îraqê jî, serrok Barzanî dibêje: Îraq ji dest nebûna sîyaseteka yekgirtî ya navxweyî û derekî dinale. Em jî li gel hevwarkirina destûrê ne, heke armanc jê dewlemendkirin û çaksazî be,lê bi hemû awayekê wê karê red dikîn eger bibe sedema zîyangehandinê bi mafên gelê Kurd û Herêma Kurdistanê û Demukrasîyê.

Serok Barzanî, daxwaz ji hemû alîyan dike, ku destberdarê nakokîyan bin û hewila gehiştinê bi mîkanîzmeka guncayî bidin bo çareserkirina arîşeyan.

K24
Top