• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îran – Hejmara miriyên Koronayê gihîşt 12 kesan

Gulan Media February 24, 2020 Nûçe
Îran – Hejmara miriyên Koronayê gihîşt 12 kesan
Berpirsekî parlementoya Îranê ragihand, hejmara kesên ku li wî welatî ji ber nexweşiya Koronayê mirine, gihîşt 12 kesan.

Berdevkê desteya serokatiya parlementoya Îranê, Esedullah Ebasî, beriya destpêkirina civîna îro ya parlementoyê ragihandiye, 4 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane û bi vî rengî hejmara miriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 12 kesan.

Ebasî her wiha daye zanîn, hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 47 kesan.

Berdevkê desteya serokatiya parlementoya Îranê gotiye, bi germbûna hewayê re nexweşiya Koronayê jî namîne.

Basnews
Top