Hejmara miriyên Koronayê gihîşt 2 hezar û 619 kesan
Mirî û berkeftiyên nexweşiya Koronayê li Çînê û hinek welatên din yên cîhanê her ku diçe zêde dibin. Tê gotin ku li Çînê mîna rojên destpêkê nîne û hejmara miriyan kêmtir bûye.
Li gorî amarên dawî, heşt kes li Îranê mirine, sê kes li nav keştiyeka Japonya mirine, heft kes li Koreya Başûr mirine, du kes li Hong Kongê û kesek li Japonya, kesek li Taywanê, kesek li Fransa, kesek li Fîlîpînê, sê kes jî li Îtaliya mirine.
Li Çînê jî heta niha 2 hezar û 594 kes mirine, bi vî rengî hejmara kesên ku ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîştiye 2 hezar û 619 kesan.
Hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 77 hezar û 150 kesan û yên ku baş bûne jî gihîştiye 24 hezar û 734 kesan.
Basnews
