Di kabîneya Elawî de wezîrek dê bo karûbarên Hewlêr û Bexda bê zêde kirin
Endamê şandeya danûstankar a li gel Bexdayê Ziya Pitro Silêwe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me daxwaz kiribû cîgirê serokwezîr di kabîneya Elawî de bo kurdan be, lê Elawî red kir û ragehand, cîgir nabe û piştî fişarên herêma Kurdistanê, em li gel Elawî rêkeftin ku wezîrek bo kabîneyê bê zêde kirin, ku taybet bo peyvendiyên Hewlêr û Bexda be. Ew wezîr jî heman desthilat û mafê dengdanê li encûmena wezîran dibe û peywira wî jî her wezîr e.’’
Li gor rêkeftina kurd û şîe û sunneyan, kurd sê wezîrên di kabîneya Elawî de werdigre û bi zêdebûna wî wezîrî ve jî hejmara wezaretan dibe 4 wezîr di kabîneya Elawî de.
Basnews
