• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî HDPê kir

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî HDPê kir
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek arasteyî kongreya HDPê kir û hêviyên xwe derbirîn ku kongreya HDPê bibe fakterek ji bo ‘cihgirbûna aştî û aramiyê’.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê 4mîn kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) birêve diçe. Di wê kongreyê de peyama Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî hat xwendin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peyama xwe de hêviya serkevtinê ji HDPê re xwest û got, “Mixabin ji ber mijûliya kar ez nikarim di kongreya we de amade bibim.”

Peyama Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ye;

“Vexwennameya we ya bo beşdarbûna di kongreya we ya çaremîn de gihişt destê min. Mixabin ji ber mijûliya kar ez nikarim di kongreya we de amade bibim. Serkevtinê ji we re dixwazim. Hêvîdar im kongreya we bibe fakterek ji bo cihgirtina aştî û aramiya li Tirkiyê û bihêzbûna biratî û dostaniya di navbera gelên navçeyê de.”

Rudaw
Top