• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiyê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê girtin

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Tirkiyê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê girtin
Tirkiyê hemû deriyên sînorî yên li gel Îranê girtin û geştên asmanî yên bo wî welatî dan rawestandin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, derbarê tedbîrên hikûmeta wî welatî li hember belavbûna vîrusa Koronayê daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê ragihand ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li Îranê, wan hemû deriyên sînorî yên li gel wî welatî girtine.

Fahrettîn Koca amaje bi girtina deriyê sînorî yê Dilucu li gel Îranê kir û got ku wan biryar dane hemû deriyên din jî bi demkî bên girtin weke tedbîrek li hember belavbûna wê vîrusê.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, hemû geştên asmanî yên navdewletî ku ji Îranê diçin bo Tirkiyê, ji demjimêr 20.00an pê ve tên rawestandin.

Ev di demekê de ye ku li Îranê vîrusê Koronayê her ku diçe belav dibe û li gor dawîn amaran, heta niha 8 kes bi vîrusa Koronayê mirine û 43 kes jî bi wê vîrusê ketine.

Rudaw
Top