Pervîn Buldan û Mîthet Sancar bûn Hevserokên HDPê
Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, Pervîn Buldan û Mîthet Sancar îro di kongreya çaremîn a HDPê bi dengên herî bilind bi dengê 836 wek hevserokên HDPê hatin hilbijartin.
Çaremîn Kongreya Asayî ya HDPê li Salona Sporê ya Enqereyê birêve diçe, ji hemû bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hezaran kes beşdarî kongreyê dibin.
Li gor berpirsên HDPê, tevî mêvanan 30 hezar kes di cihê kongreyê de amade ne. ji çar parzemînan sê sed kes bo kongreyê hatine vexwendin.
Kongre bi diruşma "Em ber bi paşerojê ve dimeşin" birêve diçe.
Di kongerayê de ji 1018 Delegeyan, 838 Kesan dengê xwe bi kar anî. Bi 836 dengan Mîthat Sancar û Perwîn Buldan wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin.
Di dengdanê de Konseya Partiyê, Konseya Dîsiplîna Navendê, Konseya Lihevkirinê jî hatin hilbijartin.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar ji navçeya Nisêbînê ya Merdînê ye, Perwîn Buldan jî ji navçeya Gever ya Colemêrgê ye.
K24
