4emîn Kongreya Asayî ya HDPê berdewam e
Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şevket Herkî ragihand ku 4emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDPê li Salona Sporê ya Arenayê dest pê kir.
Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 23ê Sibata 2020ê bo sazkirina Çaremîn Kongreya xwe ya Asayî destnîşan kiribû, amadekariyan destpê kiribû û baregahên şaxên HDPê li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tevlî van amadekariyan bûn.
Şevket Herkî diyar kir ku hejmareke zêde ya endam û alîgirên HDPê beşdarî vê kongreyê bûne.
Hezar û 18 delegeyên tomarkirî yên HDPê hene. Delege rojek berê hatin çûne û dê îro di kongreyê de hevserokên Giştî yên partiya xwe hilbejerin û û rêveberiya jî dê were hibijartin.
Mithat Sancar û Pervîn Buldan weke namzed hatine destnîşankirin.
Sezaî Temellî: Divê herkes tevlî tifaqa demokrasiyê bibe
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî di kongreyê de axivtina xatirxwestinê kir û daxwaz ji her kesî ku tevlî “tifaqa demokrasiyê bibe” û got: “''Di van 2 salan de li dijî tecrîda a li Imraliyê ya li dijî rêzdar Ocalan, me bedena xwe da ber girêva birçîbûnê. Di serdema nû de jî şikandina tecrîda li Imraliyê û têkoşîna ji bo dahatûya azad peywira me ya dîrokî ye. Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiyê de divê em têkoşîna demokrasiya geş bikin.''
Biryar e Temellî piştî pêkanîna kongreyê wezîfeya xwe dewrî Mîthat Sancar bike.
Ji Demîrtaş û Yuksekdag peyama hevbeş
Di kongreya HDPê de nameyên hevpar a Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku hevserokên HDPê berê bûn hat xwendin.
Hevserokên Giştî yên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag peyamek hevpar şandin bo kongreya HDPê.
Demîrtaş û Yuksekdag pîrozbahî li kongreyê kirin û di peyama xwe dibêjin: “Rêya te vekirî, bayê te gur be Partiya Demokratîk a Gelan! An serkeftin an serkeftin.”
Herkî bibîrx xist ku hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji sala 2016ê ve di girtîgehê de ye, peyamek bi destnivîsa xwe li ser Twitterê belav kir û xwest bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibin wê peyama Demîrtaş ji bo beşdarkirina kongreyê bandoreke xwe hebûye.
Peyama Demirtaş bo Kongreya HDPê wiha ye, “Slav hevalên rêzdar. Navenda Giştî ya HDPê roja 23ê Sibatê bi armanca sazkirina kongreya asayî li Ankara Arena dicive. Bê xem bin, em jî bi deng û giyanê xwe li wir dibin. Ez dixwazim hun jî li wir bin; bi dehan hezar li wir bin. Wiha nekin bibêjin: "Gelek kes diçin, ez jî li wir nebim her dibe." Bi ti awayekî bêyî te nabe. Tika ye bernameyên xwe li gorî wê organize bikin, bila wê rojê di kongreyê de bicivin. Silav li hemûyan.”
HDPê heta niha 3 kongre saz kirine û hersê caran jî hevserok hatine guhertin. Sala 2013an di kongreya yekem de Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû, sala 2014an di kongreya duyem de Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û di kongreya sêyem de jî Pervin Buldan û Sezai Temelli bûn hevserok. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ragihand ku roja 23ê Sibatê derdikeve ka kî dibin hevserok û egera hemû guhertinekê jî heye.
Li gor piraniya wan rapirsiyên di sala 2020ê de hatine kirin, HDP piştî AK Partî û CHPê li Tirkiyê wek sêyem partiya mezin dimîne.
Li gor rapirsiyên dawî dengên HDPê wiha ne;
Navenda Rapirsiyê ya Kadrajê dibêje, HDP %11 dengan bidest dixe û dibe sêyem partiya Tirkiyê.
Li gor Navenda Rapirsiya Aborî ya Stenbolê jî HDP %9.5 dengan bidest dixe û dibe partiya çarem a Tirkiyê.
Navenda Rapirsiyê ya Areda Survey jî diyar dike, HDP %11.6 dengan bidest dixe û dibe sêyem partiya Tirkiyê.
Rudaw
