Li tevahiya cîhanê 79 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine
Li Çînê 2 hezar û 442 kes, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 2 kes ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane.
Vîrusa koronayê ji bilî Çînê li gel welatên din ên cîhanê belav bûye û bû sedema mirinan. Li Îranê 6, li Japonyayê 3, li Koreya Başûr 4, li Îtalyayê 2, li Tayvan, Filîpîn û Fransayê jî her welatekî kesek ji ber Covîd-19ê canê xwe ji dest dane.
Li tevahiya cîhanî vîrusa koronayê bi derdora 79 hezar kesan ketiye. Li Çînê 76 hezar û 936 kesan, li Hong Konga Herêma Îdarî ya Taybet 69 kesan, li Makauya Herêma Îdarî ya Taybet 10 kesan, li Tayvanê jî di 26 kesan de vîrus hate tesbîtkirin.
Li gor daneyên saziyên tenduristiyê û çapemeniya welatên ku vîrusa koronaya nû lê hatine tomarkirin, jimara kesên ku vîrus bi wan ketiye ne: "Japonya 769 kes, Koreya Başûr 556, Sîngapur 89, Tayland 35, Malezya 22, Awustralya 23, Vîetnam 16, Almanya 16, Amerîka 35, Fransa 12, Brîtanya 9, Îmarat 11, Kanada 9, Îran 28, Îtalya 79, Hindistan 3, Filipîn 3, Rûsya 2, Spanya 2, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînland 1, Misir 1, Lubnan 1, Îsraîl 1 kes."
Rudaw
