• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hejmara mirî û berkeftiyên Koronayê li Îranê gihîşt 51 kesan

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Hejmara mirî û berkeftiyên Koronayê li Îranê gihîşt 51 kesan
Hejmara kesên ku li Îranê ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 8 kesan.

Berdevkê wezareta tenduristiya Îranê, Dr. Kiyanûş Cehanpûr ragihand, sê kesên din ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dan. Bi wan ve, hejmara kesên ku ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 8 kesan.

Dr. Cehanpûr her wiha got, li gorî amarên dawî 14 kesên din jî bi wê nexweşiyê ketine, bi vî rengî hejmara berkeftiyan gihîşt 43 kesan, ji ber ku amara herî dawî ya berkeftiyan 29 kes bû.

Bi gotina wî berpirsê Îranî, ew kesên ku bû bi nexweşiya Koronayê ketine, 7 kes li Qomê, 4 kes li Tehranê, 2 kes li Gîlanê û kesek jî li Tonikabonê ne.


Basnews
Top