• Tuesday, 10 February 2026
logo

Fransayê derbarê PKKê de biryarek da

Gulan Media February 23, 2020 Nûçe
Fransayê derbarê PKKê de biryarek da
Li Fransayê derbarê 4 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin bi tohmeta ku alîkariya darayî bo PKKê dabîn dikin.

Roja Sêşema derbasbûyî, li bajarên Gironde û Charente-Maritime yên Fransayê, 6 kesên hemwelatiyên Tirkiyê hatibûn desteserkirin.

Li gor zanyariyan, ew her 6 kes bi tohmeta ku alîkariyên darayî bo PKKê dabîn dikin, hatibûn desteserkirin.

Her li gor zanyariyan, dadgerê wê dosyeyê biryar da bi tohmetên ‘endamtiya rêxistina PKKê’ û ‘dabînkirina alîkariya darayî’ doz li ser 4 kes ji wan kesên hatibûn desteserkirin, bê vekirin.

Herwiha di çarçova vê lêpirsînê de kesek hat desteserkirin û her sê kesên din jî di bin çavdêriya darazê de ne.

Ev di demekê de ye ku Dadgeha Bilind a Belçîkayê biryara hilweşandina tohmetê lêpirsîna derbarê 36 kesan de erê kiribû.

Sala 2010an ji aliyê Dozgeriya Federalî ya Belçîkayê ve derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin bi tohmeta ku peywendiya wan li gel PKKê heye.

Rudaw
Top